24 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2017
XAN YÛNÛS
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê bombe avêtin ser baregeheke Îzzetîn el-Qesama beşa leşkerî ya girêdeyî Hamasê.
Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê hatin sitandin, leşkerên li baregeha Kissifumê 2 roket avêtin ser mevziya Eniya Qesam a li Xan Yûnûsê. Hat ragihandin ku di êrîşê da kes nemir.
Her wiha botên leşkerî yên Îsraîlê gûle berî ser masîgirên li peravê başûr yê Xezeyê dan. Di bûyerê de tiştek bi kesî nehat.
Li gorî nûçeyên rojnameyên ser înternetê weşanê dikin ên li Îsraîlê, hat îdiakirin ku piştî ku ji Xezeyê bi moşekê êrîşî herêma Eşkolê hat kirin, artêşa Îsraîlê jî êrîşî eniya Qesamê kir.
Artêşa Îsraîlê der barê êrîşê de hê daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.