ZURÎH
FIFAyê li Zurîha bajarê Swîsê xelatên Goga Zêr a herî baş yên salê belav kir. Ji bo xelata fitbolîstê salê ji Real Madrîdê Crîstîano Ronaldo, ji Barcelonayê Lîonel Messî û ji Bayern Munîhê jî Frank Rîbery namzet bûn. Xelata "Fitbolîstê Salê" stêrkê Real Madrîdê Crîstîano Ronaldo wergirt.
Ronaldo, axiftinek li merasimê kir. Ronaldo axiftina xwe de giriya û ji kesên arîkariya wi kirî re jî spas kir.
Serokê FIFAyê Sepp Blatter di merasimê axivî û ji hemû beşdariyan re spas kir. Blatter, Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr Nelson Mandela û listîkvanê Portekîzî yên jiyana xwe ji dest dabûn jî bi bîr anîn.
Xelatên Goga Zêr Messîyê Arjantînî 4 caran, Zînedîn Zîdaneyê Fransî û Ronaldoyê Brezîlyayî jî 3 caran qezenc kiribûn.