MARDÎN
Walî Ahmet Cengîz di vekirina turnûwayê ya li Hêwana Werzîşê ya Atatûrkê de axivî û kêfxweşiya xwe ya ji ber ku turnûwa li Mêrdînê tê lidarxistin, anî ziman. Cengîz diyar kir ku Mêrdîn cihê xweşbîniyê ye û got ku di nav werzîşê de şîdet tuneye, tu carî hezkirin û rêzdariya xwe pişt guh nekin. Cengîz diyar kir ku ji bo welatekê bihêz, divê ku di aborî, çand, werzîş û hwd... de jî bihêz bibin.
Serokê Federasyona Kareteyê ya Tirkiyê Esat Delîhasan jî got ku Wezareta Cîwanî û Werzîşê ji sala 2012an ve ji bo ku karete bê naskirin û belav bibe, ji bo herêmê projeyan amade dike.
Delîhasan got ku li bajarên ku spora kareteyê lê nayê kirin jî rahenêrên kareteyê peywirdar kirin û li wan deran jî xebatên kareteyê dan destpêkirin û wiha dewam kir: "Me xwest ku di dawiya salê hinek werzîşvanên xwe bînin bal hev û turnûwayekê li dar bixin. Bila werzîşvan hev nas bikin, têkilî daynin û ji niha de haj bi xweşikiyên werzîşê hebin. 210 werzîşvanên ji 12 bajaran niha li vir têdikoşin. Ev tenê jimara kesên ku li vir di pêşbaziyê de ne, ye. Di salên pêşiya me de dê ev jimar zêdetir bibe."
Delîhasan diyar kir ku divê zarok bi awayekî, enerjiya di vîcuda xwe de biavêjin û ji bo vê yekê jî riya herî baş werzîş e.
Midûrê Werzîş û Xizmetên Ciwaniyê yê Bajêr Mustafa Kuzu jî diyar kir ku ji Mêrdîn, Adiyaman, Gazîantep, Şanliurfa, Malatya, Wan, Agirî, Batman, Diyarbekir, Mûş, Bingol û Îdirê 69ên wan jin bi tevahî 207 werzîşvan beşdarî turnûwayê bûn. Turnûwa dê îro jî dewam bike.