Nihat Kavşut
26 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2016
DIHOK
Homen Eliyê (10) ku formeyê fitbolîstê ji Arjantînê Lîonel Messî yê ku ji poşêtên plastîk hatiye çêkirin li xwe kiribû û wêneyê wî di medyaya civakî da belav bûbû, destnîşan kir ku xeyala wî ew e ku fitbolîstê navdar ji nêz va bibîne.
Eliyê ku li gundê Kesera Dihoka Herêma Kurdistana Iraqê dijî, der barê hezkirina xwe ya ji bo fitbolîstê Barcelonayê û çêkirina formeyê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Elî diyar kir ku bavê wî di nav hêzên pêşmergeyan da ye û aboriya malbatê zêde baş nîne û wiha xeberda: "Ji ber ku pereyê bavê min tunebû, xweha min du sal berê ji min ra ji poşêtan forme çêkir. Bi boyaxa pêlavan li ser poşêt navê Messî û nimroya 10ê nivîsand."
Elî destnîşan kir ku li dora mala wan qada ku lê fitbolê bilîzin tuneye û wiha got: "Em di nav çemûr û heriyê da tevî hevalên xwe yên taxê dilîzin. Ez tim li Messî temaşe dikim û teqlîda wî dikim. Înşeallah ez ê rojekê ji nêz va Messî bibînim."
Hêlîn Eliya xweha Homen Elî diyar kir texmîn nedikir ku wê ev forma ewqas balê bikşîne û got ku em nizanin wêneyên ku di medyayê da belav bûn bi destê kê hatine kişandin.
- "Ez dixwazim Messî alîkariya kurê min bike"
Elî Ehmedê bavê Homen Elî diyar kir ku nikare ji kurê xwe ra formeyek jî bistîne û wiha xeberda: "Birayê min çend meh berê formeyê ku kurê min dixwest kirî. Ez dixwazim Messî alîkariya kurê min bike ku bibe fitbolîstekî baş û serkeftî."
Fitbolîstê navdar Messî li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo heyranê xwe yê biçûk bibîne kampanya dabû destpêkirin.