ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal hin şirketên petrolê dixwazin ku piştî hilbijartinên 21ê îlonê bihayê petrolê zêde bikin. Ji ber ku firotina sotemeniyê dan sekinandin li ber hin îstasyonan dorên dirêj çêbûn. Hin ajovanan zehmetî kişandin ku ji bo erebeyên xwe sotemeniyê peyda bikin.
Li HKIFê demek berê biryar hat dayîn ku bihayê benzînê ji 1000 dînarê Iraqê (80 centê Amerîkayê) dakeve 500 dînaran (40 cent). Lê partiyên muxalefetê diyar kirin ku kêmkirina bihayê benzînê ji ber hilbijartinê ye û piştî hilbijartinê bihayê benzînê dê dîsa zêde bibe. Xwediyê îstasyonên benzînê jî him ji bo kêmkirina bihayan protesto bikin û him jî bi texmîna ku piştî 21ê îlonê dîsa zemê bê li ser petrolê naxwazin benzînê bifroşin. Herêma ku ji hêla petrolê ve dewlemend e ji ber vê niha ji hêla petrolê ve tengasiyê dikşîne.
Li Hewlêrê gelek kes ji ber ku benzîn tuneye zehmetiyan dikşîne, erebeyên hîn welatiyan jî di rê de man. Hin ajovanan bertek nîşan da. Muhemed Îdrîs bi nûçegihanê AAyê re axivî û diyar kir ku ji bo ku wesayîta xwe re benzînê bibîne îstasyon bi îstasyon geriyaye. Îdrîs wiha got: "Ji ber ku bezîna min xilas bû ez di rê de mam. Ez mecbûr mam ku bi bîdonan ve benzînê bikirim. Tê gotin ku piştî hilbijartinan benzîn dê dîsa biha bibe. Ji ber vê xwediyên îstasyonan naxwazin ku benzînê bifroşin."
Berê li îstasyonên girêdayî desthilatiyê bihayê benzînê di navbera 500 û 700 dînarî de digûherî, li îstasyonên taybet jî 1000 dînarî dihat firotin.