Li gor daxuyaniya Ajansa Lêkolînkirina Pençeşêrê ya Navneteweyî (ALPN) û Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) ku girêdayî Yekîtiya Neteweyan (YN) e hewaya qirêj jî wekî madeyên ku ji pençeşêrê re dibe sedem di heman kategoriyê de ye.
Hat diyar kirin ku wekî tê zanîn hewaya qirêj ji nexweşînên qelp û kezebê re sedemên sereke ne, lê êdî li gor daneyên ku hatiye bidestxistin, hewaya qirêj dibe sedema pençeşêrê jî.
Serokê Beşa Monografiyê Kurt Straif ku di ALPNyê de ji madeyên pençeşêrê berpirsiyar e, di daxuyaniya xwe de wiha got:"Hewaya qirêj bi gelemperî ji bo tenduristiyê xetereyek e, lê li ber viya ji bo pençeşêrê jî sedemek girîng e."