BITLÎS
Germavên Gulsuhan Nemrûdê ku li qeraxê Gola Wanê hatine avakirin, ji bo welatiyan derfeteke baş e, kesên tên wir him dikarin têkevine ava germ, hem jî ava sar.
Germava ku 3 sal berê ava wê derket û 44 derece germa wê heye, nêzîkî gundê Kiyiduzuya ku li ser navçeya Tetwana Bilîsê ye. Germav xasma zivistanê tê zîyaretkirin.
Li tesîsa ku cihê germavê hatiye sazkirin wek germavên modern xizmeta gel tê kirin. Hatiye tesbîtkirin ku ava wir ji bo gelek nexwaşiyan baş e. Yên ku bixwazin dikarin bikevine wê ava şifadar.
Welatiyên ku dema havînê li tesîsê dimînin hem dikevine Gola Wanê hênik dibin û ji qûmê sûdê werdigrin, hem jî di ava germavê de ji nexweşiyên xwe pak dibin.