Önder Beyter
21 Hezîran 2020•Rojanekirin: 23 Hezîran 2020
Li Karkamişa navçeya Entabê wesayîta eskerî welgeriya û di encamê da 1 jê giran 5 esker birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, wesayîta eskerî ku personelê Fermandariya Tabûra Hidûd a 1emîn tê da bû, di têketina navçeyê da welgeriya.
Pênc eskerên ku di qezayê da birîndar bûn bi destê ekîbên 112 Servîsa Bilez bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nîzîpê hatin veguhestin.
Sê eskerên birîndar piştî tedawiya li nexweşxaneyê hatin tabûrcîkirin.
Eşkere bû, rewşa herdu eskerên din ku tedawiya wan didome jî baş e.