27 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
BEXDA
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê 2 gundên li başûrê Mûsilê û Kubeyseya bajaroka Enbarê ya ku dikeve rojavayê welêt ji destê DAEŞê rizgar kir.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên eskerî hatin bidestxistin 2 gundên li başûrê bajaroka Mexmûrê ya girêdayî Mûsilê ji destê DAEŞa rêxistina terorê hatin xilaskirin.
Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi qasî 6 kîlometroyan dûrî navenda bajaroka el-Kayarayali başûrê Mûsilê ne û bi piştgiriya hewayê ya koalîsyona navnetweyî operasyon berdewam dikin.
Dan zanîn ku li Enbara li rojavayê welêt jî tevahiya bajaroka Kubeyseyê ji destê DAEŞê hat rizgarkirin û alayên Iraqê daliqandin avahiyên fermî.
Endamê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Bajêr a Enbarê Racî el-Afyan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û da zanîn ku hêzên Iraqê hemû hucreyên DAEŞê yên li bajarokê ji holê rakirin, teqemeniyên ku daketin û derketina bajêr, avahiyên fermî û li hin malan hatibûn bicîkirin paqijkirin.
Fermandariya Operasyonên Hevpar a girêdayî Wezareta Parastinê ya Iraqê îlan kiribû ku ji duh ve operasyona rizgarkirina Mûsilê dest pê kir.
Mûsila bajarê duyemîn ê mezin ê welêt ji 10ê hezîrana 2014an vir ve di destê DAEŞa rêxistina terorê de ye.