DİYARBAKIR
Li Diyarbekirê 2 PKKyî yên payebilind ên ku li ser bangewaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji bo Kobanê li bajêr bûn, sax hatin qefaltin û bi biryara dadgehê ve hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ji ekîbên Midûriyeta Ewlekariyê ya Diyarbekirê re agahî hat ku du rayedarên rêxistina terorê ji bo çalakiyên Kobanê li bajêr tevliheviyê çêkin û suîqesta dozger û dadgeran bikin hatin Diyarbekirê. Li ser vê agahiyê polêsan tewdîrên ewlehiyê girt û operasyon li dar xist. Di operasyonê de ji rayedarên payebilind ên rêxistina terorê Abdullah Kaplan ê bi navê "Serxwebûn" û Cuneyt Yenî yê bi navê "Merwan" sax hatin qefaltin.