ŞANLIURFA
Midûriyeta Ewlekariya Şanliûrfayê îdiayên der heqê firarkirina pêşmergeyan de bersivand û diyar kir ku ew derew in.
Di daxuyaniya ku ji Midûriyeta Ewlekariya Bajar hat kirin de wiha hat gotin:"Pêşmerge li ser cihên ku ji bo wan di nav sînorên welatê me de hatibû kifşkirin de ji bo ku derbasî Kobanêyê bibin hatin. Li cihê ku ji wan re hatibû amadekirin bêhna xwe dan û di wê demê de jî tu pirsgirêk derneket. Piştî ku karê wan qediya û hewcedariyên xwe hel kirin dîsa li ser rêyên ku ji bo wan hatibû cihê kirin derbasî aliyê kobanê bûn. Ew îdiayên firarê yên ku di medyayê de cih girtin tunebû û tiştek wisa jî neqewimî. Ew nûçeyên ku hatine weşandin jî ji rastiyê dûr û derewin."