Li Şenkayaya navçeya Erzirumê endamên rêxistina terorê PKKê rê birîn û gule berdan minîbusê. Di êrîşê de 2 kes mirin.
Li gor agahiyan terorîstan li nêzî Eskiyaylaya taxa Aydogdûyê rê birîn û mînîbusek dan sekinandin. Terorîstan rêviyan ji minîbûsê daxistin û agir bi wesayîtê xistin.
Garîp Bektaşê (43) ku bi minîbusa xwe ji zozana Tekîrkoça taxa Yogûrtçulara girêdayê navçeyê dihat bi guleberdana terorîstan li cihê bûyerê mir.
Di pevçûna li dû bûyerê de korucu Yakûp Akturk birîndar bû û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê. Piştî mudaxaleya ewil a li vir Akturk sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê kirin.
Akturk digel hemû mudaxaleyan şehîd ket.
Piştî êrîşê hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê lêkolîn kirin û ji bo terorîst bên girtin dest bi operasyona berfireh kirin.