Li gorî agahiyan operasyonên ku ev 6 roj in li dijî terorîstên ku li devê gundê Altinsûya navçeyê rê birîn û xendeq vekirin tê kirin, didome.
Hêzên ewlehiyê ji bo rêya Şemdînlî-Yuksekovayê ji trafîqê re bê vekirin operasyon li dar xist. Di operasyonê de di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstên ku di înşeat û daristanan de bi cih bûne, car caran şer dertê. Di şerê navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de 8 terorîst hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di nav terorîstên hatin kuştin de kesê ku di 28 tîrmehê de Çawîşê Pispor Ziya Sarpkaya yê li navçeya navendê dema ji bankamatîkê pere dikşand şehîd kir jî heye. Hat ragihandin ku navê kesê Sarpkaya cangorî kir Azad Çifçiyê bi navê "Baz" tê zanîn e.