Di hilbijartinê da 54 milyon û 49 hezar û 940 hilbijêrî li 175 hezar û 6 sandiqê ku 358ê wan li girtîgehan hatibûn danîn dengê xwe dan.
Di hilbijartinê da 16 partî ketin pêşbaziyê. AK Partî, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, Partiya Yekîtiya Mezin, Partiya Gel a Komarê, Partiya Demokrat, Partiya Çepgir a Demokrat, Partiya Demokratîk a Gelan, Partiya Komînêst, Partiya Milet, Partiya Tevgera Neteweparêz, Partiya Saadetê li tevahiyê welêt, Partiya Wetanê û Partiya Xilasbûna Gel li 85, Partiya Azadî û Mafan li 78, Partiya Rêya Rast li 67, Partiya Demokrata Lîberal li 61 herêman beşdarî hilbijartinê bûn. Li tevahiyê Tirkiyeyê 21 parlementerên serbixwe jî ketin hilbijartinê.
Li gor encamên ku fermî nînin ji sedî 97,02ên sandiqan hatin vekirin. Ji saet 21.15an pê da AK Partiyê ji sedî 49.36 rayan va 316, CHPyê ji sedî 25,43ê rayan va 134, MHP ji sedî 11.97ê rayan va 41, HDPê ji sedî 10.50î rayan va 59 parlementerî derdixe.