ŞIRNAK
Qeymeqamê Cizîrê Şenol Koca, di çarçoveya projeya "Bajarê Nûh Diveje" de li ser xebatên restorasyona leşkergeha Hamidiyê û Kelha Hundir geriya.
Koca, da zanîn ku bi talîmata Walî Vahdettîn Ozkan dest bi restorasyona avahiya şaredariyê ya kevin kirine û hindik maye ku ev restorasyon biqede. Koca got ku dê piştî cejnê, avahî ji bo xizmetê vekin.
Koca got ku bi 44 personelên Muzeya Mêrdînê xebatên kolînê didomin û wiha dewam kir: "Di kolînan de bermayîyên salên 1300î hatin dîtin. Dema ku xebatên kolînê qediyan dê ev der dîrokê jî ronî bike."
Koca, diyar kir ku ji bo danasîna nirxên Cizîrê dixebitin û wiha pê de çû: "Niha çîroka Mem û Zînê li hemû derê dinyayê tê xwendin. Înşelah dema ku welatî werin li vir bigerin em ê yek bi yek ji wan re vebêjin. Him turîstên ji welêt him jî yên biyanî, dê bi kêfxweşî li vê qadê bigerin. Di heman demê de ev der cihê hezretî Nûh e ku piştî tofanê lê bi cih bûbû. Bavê duyem ê însaniyetê Hz. Nûh, zanayên wek avakarê Endezyariya Mekîneyan Îsmaîlê Ebul-îz El Cizîrî û Melayê Cizîrî jî li Cizîrê veşartî ne."
Koca, daxuyand ji bo ku têlên ceryanê bikşînin bin erdê, proje amade kirine û projeya wan li Ajansa Pêşketinê hatiye qebûlkirin. Koca wiha dewam kir: "Piştî îmzekirina protokolê em ê îhaleyê vekin. Em ê van têlên ceryanê bikişînin bin erdê. Me îhaleya Leşkergeha Alayên Hamidiyê çêkir. Piştî restorasyona 6 mehan em ê vê derê ji xizmeta gel re vekin. Projeya restorasyona Xana Heştiran jî hat qebûlkirin. Amadekariyên kişfê didomin. Înşelah dê di dawiya 2014an de proje biqede û ji bo welatiyan 81 donum qadeke geştê derkeve holê. Dîroka Leşkergeha Hamidiyê digihêje serdema dereng a Romayê."