Nihat Kavşut
04 Adar 2020•Rojanekirin: 05 Adar 2020
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bi Nûnera Daimî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Kelly Craft û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey ra civiya.
Li gor daxuyaniya Berdevkiya Serokomariyê hevdîtina ji çapemeniyê ra li Kuliyeya Serokomariyê qederê saet û nîvek dewam kir.

Hat destnîşankirin Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bi Nûnera Daimî ya NYê ya Amerîkayê Kelly Craft û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey ra di serî da mijara Îdlibê pisrgirêka penaberan û meseleyên herêmî gotûbêj kir.
Li gor agahiyan Kalin di axaftina bi Craft û Jeffrey ra destnîşan kir ku bi operasyona li Sûriyeyê tê meşandin dixwazin li Sûriyeyê çareseriyeke aştiyane û siyasî çêbe.
Wek mayîn Kalin destnîşan kir li Sûriyeyê ji bona çareseriyeke siyasî divê xebatên Komîteya Destûrê bên lezgînkirin û şert û mercên hilbijartineke azad û adil bên avakirin.