Önder Beyter
04 Adar 2020•Rojanekirin: 10 Adar 2020
Ji Şanliurfayê bo destengên li bajarê Îdlibê yê Sûriyeyê 4 tir alîkariya însanî hat şandin.
Alavên alîkariya mirovî yên ku bi serkêşiya Platforma Alîkariya Însanî ya Şanliurfayê, bi destê dem û dezgehên qamûyê û herwiha rêxistinên civaka sivîl hatin berhevkirin û herwiha li tiran hatin barkirin, ji bo Îdlibê hatin şandin. Herwiha ji bo oxirkirina tiran li Taxa Yeniceyê merasim hat lidarxistin.
Serokê Platformê Osman Gerem di axaftina xwe ya li merasimê da diyar kir ku wan seba xwîşk û birayên xwe yên Îdlibî ku ji zilm û bombeyan revîn û xwe sipartin qefên zinaran û binê daran, alîkarî berhev kir û herwiha niha jî ew seba oxirkirina alîkariya berhevkirî, hatin cem hev.
Gerem herwiha bal kişand ku xebatên wan ên alîkariyê dê bidomin.
Serokê Şaxa Almanyayê ya Komeleya Beyazayê Vedat Ozçelik jî ew yek anî ziman ku ji ber wan alîkarî da kampanyayê, ew gelekî bextewar in.
Ozçelik diyar kir ku gelê îdlibê di şertên giran da dijî û got ku hêviya wî ew e ku hemû gelê Sûriyeyê li malên xwe aram bijîn.
Piştî kirina diayan, tirên alîkarîbarkirî ber bi Sûriyeyê bi rê ketin.