ANKARA
Îro li çar aliyên welêt der barê biryara dardekirina 528 kesên misrî de protesto hatin kirin. Protesto bi destê sazîyên civakî û Şaxa Ciwanan a AK Partiyê ve hatin lidarxistin.
Hat ragihandin ku saziyên civakî û Serokatiya Şaxa Ciwanan a Navenda Giştî ya AK Partiyê li hemû bajaran der heqê biryara dardekirina 528 kesên misrî de çalakî li dar xistin.
Çalakî danê nîvro hin cihan li qadên bajaran û li han cihan jî li ser kolanan hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de hemû kesan bi destê xwe îşareta Rabîayê kirin. Di destê çalakvanan de pankartên ku li ser wan "Di 2 celseyan de 528 dardekirin", "Zilma Sîsî rûreşiya dinyayê", "Bila mirovahî êdî nemre". "Nikarim ji zaliman hez bikim, nikarim piştgiriyê bidim zilmê" hatibûn nivisandin hebûn.
Xêncî Şaxa Ciwanan a AK Partiyê saziyên civakê yên bi Memur Senê re, Weqfa Alîkariya Merivan (ÎHH), Cemiyeta Pêşvebirina Ilmê, Komeleya Ciwanên Anadoluyê, Komeleya Aymelekê, Komeleya Ciwanan a Medeniyetê û gelek saziyên din beşdarî çalakiyan bûn.
Cihên ku lê çalakî hatin lidarxistin wiha ne:
Li Îzmirê Qada Qonaxê, li Kutahyayê Qada Zaferê, li Aydinê Qada Bajêr a Ataturkê, li Denîzliyê Qada Delîklîçinarê, li Uşakê Qada Bajêr, li Qeyseriyê Qada Komarê, li Nevşehîrê Kolana Ataturkê, li Nîgdeyê Qada Komarê, li Entelyeyê, li Îspartayê Zanîngeha Suleyman Demîrelê, li Sakaryayê Navenda Çandê ya Adapazariyê, li Bolûyê Kolana Bankeyan, li Zonguldakê, li Çorumê Qada Hurriyetê, li Gîresunê Qada Ataturk, li Eskîşehîrê, li Bursayê Parka Orhangaziyê, li Edirneyê pêşiya Sermidûriyeta PTTê.