ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, der barê biryara Komîsyona Lêpirsînê ya Meclisê ya der heqê çar wezîrên berê de got: "Ev biryar biryara AK Partiyê nîne, biryara azad a endamên komîsyonê ye. Bi tu awayî midaxeleyî komîsyonê nehatiye kirin."
Akdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê biryara Komîsyona Lêpirsînê ya Meclisê ya der heqê çar wezîrên berê de, nirxand.
Akdogan wiha got: "Ew kesên ku dibêjin AK Partî ji ber darizandinê revî divê bi vê yekê baş bizanibin: Ya ku Komîsyona Lêpirsînê damezirand û wxest ku derbarê îdiayan de lêkolîn bê kirin AK Partî ye. Biryara bêteqîbiyê ya ku dadgera edlî da çi be biryara neşandina ber Dîwana Bilind a Komîsyonê jî ew e."
Akdogan destnîşan kir ku Komîsyona Lêpirsînê bi alîkariya dozger, li ser delîl û îdiayan lêkolîn kir û wiha axivî: "Ev biryar biryara AK Partiyê nîne, biryara azad a endamên komîsyonê ye. Bi tu awayî midaxaleyî komîsyonê nehatiye kirin."
Akdogan got ku hin berdevkên muxalefetê dixwazin pêvajoya lêpirsînê ne ji bo edeletê ji bo bêîtîbarkirina AK Partiyê bi kar bînin û wiha pê de çû: "Di vê pêvajoyê de muxalefet bi şêwazeke sucdarkirî axivî û bi awayekî eşkerê li hemberî îradeya komîsyonê bêhurmetî kir."
Yalçin Akdogan got kesên ku ji biryarên komîsyonê re rêz negrin ji biryarên Dadgeha Zagona Bingehîn re jî rêz nagrin û wiha dewam kir: "Gotina (here xwe pak bike) tê wateya ku here bêsuciya xwe derxe holê. Ev dijraberê rêgeza bingehîn a hiqûqê ye. Ji xwe komîsyon perçeyek ji pêvajoya darizandinê ye."