ŞIRNAK
Hevserokê Giştî yê HDPyê SelahattînDemirtaş der heqê bûyera Ûlûdereyê ya ku di encamê de 34 kes mirin de got: "Dê qeweta we negihêjê ku hûn dosyeya Roboskiyê bigirin. Hûn karibûn tenê dosyeya li dadgehê bû bigirin. We telîmat da dozger û saloxgerên xwe û wan li ser telîmatên we dosye girtin, we tenê dosyeyên di destê xwe de girt; dosyeya di dilê gel de ye hê jî vekiriye."
Bi minasebeta 34 kesên ku 3 sal berê li Roboskiya gundê ser navçeya Ûlûdereyê mirin, bernameya biranînê hat lidarxistin. Di nav de Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş jî komeke çû li ser goristana gund, komê kûlîlk danîn ser gorên kesên ku di bûyerê de mirin û ji bo wan dia kirin.
Piştî ziyareta goristanê Demirtaş li qada gund axivî û got ji roja ev bûyer qewimî hetanî îro hewl didin ku ser bûyerê bigrin. Demirtaş diyar kir ku wî ji walî, qaymeqam û erkdarên ewlehiyê yên ku di serdema bûyer pêk hat de li ser wezîfeyê bûn re, got dê nikaribin ser bûyeran bigrin. Demirtaş qal kir ku ji wan xwest ku delîlan bidin wan jî.
Demirtaş got ku bi rêyên hiqûqî dosyeya der heqê bûyerê de girtin û wiha got: "Dê qeweta we negihêjê ku hûn dosyeya Roboskiyê bigirin. Hûn karibûn tenê dosyeya li dadgehê bû bigirin. We telîmat da dozger û saloxgerên xwe û wan li ser telîmatên we dosye girtin, we tenê dosyeyên di destê xwe de girt; dosyeya di dilê gel de ye hê jî vekiriye."
Demirtaş bal kişand ku heta hesabê van bûyeran ji wan kesên ku bûn sedema van bûyeran nepirsin dê ji vê dinyayê neçin û wiha dewam kir:
"Ey ew kesê ku li Qesra Serokomariyê rûdinê, ji bîra neke. Xwîna 34 kesên ku li Roboskiyê hatin kuştin pijiqî ser te. Ma te li balafirgehê soz neda malbatên roboskiyî ku dê dosyeya kesên ku hatin kuştin dê neyê girtin? Ma te ne got 'Em ê tu caran destûrê nedin ku vê dosyayê bigrin?' Niha di qesrê de dijî, nabêje ku gelo ez ê di qesrê de bi aramî bikaribim bijîm an na. Berpirsiyarê yekemîn tu yî. Ji bîr ve meke, dê her du destên me li pêsîra te bin."
-"Xwestin ku lînça siyasî bikin"
Demirtaş got ku gelek kes di bûyerên bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên ser Kobanêyê hatin kirin de mirin û wiha dewam kir: "Xweda şahidê me ye ku ji bo bûyeran me tu telîmat neda, me ferman neda, me nexwest ku mirovek jî di bûyeran de bimre."
Demirtaş parast ku xwestin wan wekî berpirsiyarê van bûyeran nîşan bidin û wiha dewam kir: "Em wekî berpirsiyarên bûyeran nîşan dan û xwestin ku lînça siyasî bikin. Di 12 salan de, 376 zarokên me di çalakiyên ku di kuçeyan de tên kirin de qetil kirin. Bi hezaran sivîl înfaz kirin. Lê dema diaxivin me wekî destbixwîn nîşan didin û maşellah ew jî pak û paqij in! Qet şerm jî nakin, derdikevin kanalan diaxivin û me wekî kesên xwînrêj nîşan didin. Dikin ku ser bûyerê bigirn, lewra ew di karên wiha de serkeftî ne."
Parlementerên HDPyê Ertûgrûl Kurkçu, Kemal Aktaş, Adil Zozanî û Gulseren Yildırim, Hevserokê Giştî yê DBPyê Kamûran Yuksek, Serokê Giştî yê EMEPê Selma Gurkan û Serokê Giştî yê KESKê Lamî Ozgen digel gelek welatiyan beşdarî bernameyê bûn.