Li Ûlûdereyê 4 roj berê di bûyeran de 7 kes hatibûn binçavkirin, li gor agahiyan ev 7 kes hatin berdan.
Komekê bi hinceta çêkirina rêya ewlehiyê ya nêzik gundê Ortasûya girêdayê Ûlûdereyê çalakî kir. Di encamê de bûyer derket û li ser vê, derbarê bûyerê de Serdozgeriya Ûlûdereyê ya Komarê dest bi lêpirsînê kir.
Di çarçoveya jêpirsînê de 7 kesên ji gundên Ortasû û Gulyaziyê bi hinceta "zirarê dane malê dewletê û êrîşê wesayitên hêzê ewlehiyê kirine" hatin binçavkirin. Li Fermandariya Cendermeyan a Ûlûdereyê 7 kes girtin jêpirsînê û pişt re sewqê meqamê edlî kirin. 3 kes piştî îfadedayinê hatin berdan, 4 kes jî bi daxwaza girtinê derxistin dadgehê. 4 kesên ku derxistin dadgehê jî serbest berdan. Ji 7 kesên ku serbest hatin berdan derheqê 2 kesan de biryara kontrola edlî hat girtin.