Li Qeyseriyê minibêsek welgeriya, di qezayê de 29 kes birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, wesayîta bi pîlaqeya 46 PA 143 ya ku nasnameya ajokarê wê hê diyar nîne li ser rêya Meletye-Qeyseriyê welgeriya.
Welatiyên ku ji rê derbas dibûn qeza dîtin û haya polêsan pê xistin, li ser vê yekê ekîbên tenduristî, agirkujiyê û polês sewqî cihê bûyerê kirin.
29 welatiyên ku di qezayê de birîndar ketin bi wesayît û ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Qeyseriyê û Nexweşxaneya Dewletê ya Pinarbaşiyê.
Wek mayîn rêbejaya Qeyserî-Pinarbaşiyê ji ber ba û bagerê ji bo demekê ji çûyîn û hatinê re hat girtin.