Mert Davut
23 Gulan 2024•Rojanekirin: 28 Gulan 2024
Di çalakiya "Alema Rûsya-Îslamê: KazanForum 2024"ê da di navbera welat, şirket û saziyên cuda da di warên curbecur yên wekî perwerde û çandê da 120 peyman hatin îmzekirin.
KazanForum ya Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê wê yê Ragihandina Global e, di 14-19ê gulanê da li paytextê Tataristanê Kazanê ya li Federasyona Rûsyayê hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya ku ji KazanForumê hat dayîn, di foruma ku îsal ji bo cara 15em hat lidarxistin da di warên cuda da 180 çalakî hatin lidarxistin.
Îsal her wisa di forumê da ji 87 welatan zêdeyî 20 hezar kes beşdar bûn û dîsa nûnerên mîsyona dîplomatîk ên 40 welatên ji Ewropa, Asya û Afrîkayê di forumê da cih girtin.
Her wiha di navbera welat, şirket û saziyên cuda da di warên curbecur yên wekî perwerde, werziş, çand, teknolojiyên zanyariyê û polîtîkayên koçê da 120 peyman hatin îmzekirin.
Di civînan da derfetên hevkariya di qadên wekî fînans û lojîstîkê da yên di navbera Rûsya û Teşkîlata Hevkariya Îslamî da jî hatin gotûbêjkirin.