30 Adar 2017•Rojanekirin: 31 Adar 2017
KIRKLARELÎ
Serokwezîr Bînalî Yildirim, di axaftina di mitînga AK Partiyê ya Kiriklareliyê kir de got ku divê 15ê Tîrmehê neyê jibîrkirin û wiha got: "Dinya diguhere, li dinyayê pergaleke nû tê avakirin. Ev guherîn jî li derdora Tirkiyeyê pêk tê. Ji ber vê yekê wekî Tirkiye lazim e em mezin bibin hêza xwe xurt bikin. Divê em ciyê xwe yê li ser masê baş bigirin. Bereksê vê em ê bi vê destûra bingehîn a modela 82yan bimînin, bi bela terorê re mijûl bibin, bi krîzên aboriyê ve mijûl bibin, em ji bo berterefkirina derbeyan hewl bidin bi hikûmetên qeils re têbikoşin. Du rê li pêşiya me hene. Yek jê paşeroj e ya din jî parastina rewşa heyî û li paş mayîn e."
-Em di 16ê Nîsanê de hilbijartineke nakin
Serokwezîr Yildirim wiha dewam kir: "Em di 16ê Nîsanê de hilbijartineke nakin, em ji bo guhertina destûra bingehîn deng didin, ew ê partî neyên hilbijartin. Tenê em ê herin ser sadiqan û ji bo paşeroja welêt biryarê bidin."
-Ey Kiliçdaroglu, em wê destûra bingehîn a ku te jê re gotibû na diguherînin
Serokwezîr Yildirim bang li Kiliçdaroglu kir got: "Niha di rojên paşîn de Kiliçdaroglu tiştekî dinê jî dibêje. Dibêje "Min jixwe wê rojê ji destûra bingehîn a 82yan a derbeyê re gotibû na.' Baş e. Ew dem ew dem bû. Wexta Kenan Evren derbe kir. Te baş kiriye, te siberoj diye ku te gotiye 'na.' Gelo tu çima niha dibêjî na? Ey Kiliçdaroglu, em wê destûra bingehîn a ku te jê re gotibû na diguherînin. Şiyar be şiyar be, tu li sala 82yan mayî, bes e êdî şiyar be. Em berê xwe bidine siberojê."
Serokwezîr Yildirim di dawiya axaftina xwe de wiha axivî:
"Dinya diguhere, li dinyayê pergaleke nû tê avakirin. Ev guherîn jî li derdora Tirkiyeyê pêk tê. Ji ber vê yekê wekî Tirkiye lazim e em mezin bibin hêza xwe xurt bikin. Divê em ciyê xwe yê li ser masê baş bigirin. Bereksê vê em ê bi vê destûra bingehîn a modela 82yan bimînin, bi bela terorê re mijûl bibin, bi krîzên aboriyê ve mijûl bibin, em ji bo berterefkirina derbeyan hewl bidin bi hikûmetên qeils re têbikoşin. Du rê li pêşiya me hene. Yek jê paşeroj e ya din jî parastina rewşa heyî û li paş mayîn e."