ANKARA
Partiya Hevkarî û Azadiyê û Partiya Kedê wê di 1ê sermawezê de beşdarî hilbijartina giştî ya parlementeriyê nebin. Biryara Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ya der barê herdu partiyan de, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di biryara YSKyê ya ku Rojnameya Fermî de hat weşandin de wiha hat gotin: "Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Hevkarî û Azadiyê Onder Îşleyen di 12ê îlonê de daxwaznameyek da YSKyê û diyar kir ku partiya wan biryar daye ku ew ê beşdarî Hilbijartina Giştî ya Heyama 26emîn a ku wê di 1ê sermawezê de çêbibe nebin. YSKyê jî biryar da ku di kar û barên hilbijartinê de cih nede vê partiyê."
Ji bilî vê dîsa di Rojnameya Fermî de hat gotin ku Alîkara Serokê Giştî ya Partiya Kedê Şukran Dogan jî daxwazname da YSKyê û got ku partiya wan wê beşdarî hilbijartinê nebe û li ser vê YSKyê jî biryara wan qebûl kir.