Civîna Demîrtaş a çapemeniyê li avahiya BDPê ya Diyarbekirê hat kirin. Demîrtaş der barê pakêta demokratîkbûnê de îdia kir ku tu eleqeya pakêtê û pêvajoyê bi hev du re tuneye û hikûmet li ber çavan nebe jî di nav raya giştî de pêvajo qedandiye û wiha dewam kir: "Ocalan dîlek e di destê we de ye. Ocalan şandeya we bi zorê nebiriye girava Îmraliyê û dest bi hevdîtinan nekiriye. Bi destûr û agahiya Serokwezîr ve şande çûn giravê û bi birêz Ocalan re dest bi hevdîtinan kirin û domandin. Niha hikûmet vê yekê qebûl nake û ev jî durûtî ye. Li pişt pêvajoya ku destpêkirine nesekinandin tirsektî ye. Heke ku hûn nikarin ji vêya re bibêjin guftûgo, muzakere û hûn ji hilbijartinê ditirsin, we çima dest bi vê pêvajoyê kir? We çima ev qas mirovên aqilmend daxistin kuçeyan û bi wan ji gel re qala girîngiya pêvajoyê da kirin."
Rakirina sonda xwendevanan
Demîrtaş ji bo rakirina sonda xwendevanan jî diyar kir ku ji xwe bi salan e ku tu kes vê sondê naxwîne, jin jî li nexweşxane û dibistanan laçikên xwe girêdidin, gel ev pirsgirêk hel kiriye lê ne bi giştînameyê.
Demîrtaş ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî got: "Çima zarokên kurd li dibistanên taybet zimanê xwe hîn bibin, çima li yên dewletê hîn nabin? Ma em ji dayika xwe parî parî hatine ku tu mafên me parî parî didî me? Tu kes li hemberê perwerdehiya bi zimanê zikmakî nîne. Dixwazin mafên kurdan wek dîl bigrin. Tu kê yî ku wekî sedeqeyê belav bikî mafan belav dikî?"
Demîrtaş der barê xebatên hilbijartinên herêmî de hin agahî parve kir, bal kişand ser îdiayên der heqê îstifaya wî de û wiha got: "Li Tirkiyeyê cara ewil dê şaredara bajarekî mezin jin be. Ev jî dê bi piştgiriya gelê Amedê bibe. Di partiya me de ji bo mijara hevseroktiyê tu nîqaş tuneye û qala îstifaya min jî nayê kirin. Qoltixên ku em lê rûniştine mîrateya bavê me nîne. Sparteya gel e. Dema ku roja wê hat em jî zanin sparteya ku gel daye me îade bikin. Ev qoltix tu car û tu demê girêdayî kes û koma nebû. Em ji BDPê naqetin û tiştekî wisa jî tuneye."