03 Nîsan 2016•Rojanekirin: 04 Nîsan 2016
ANKARA
"Formula guhastina 1î bi 1" a ku Tirkiyeyê seba şikandina zincîra qaçaxçîtiya însanan û kontrolkirina koça dereqanûnî, ji Yekîtiya Ewropayê (YE) ra pêşniyaz kir, sibê tê cîbicîkirin.
Rêkeftina ku di 18ê adarê da li Brukselê di Zîrveya Tirkiye-YEyê ya ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî beşdar bibû da derketibû holê, yek ji armanceke wê jî ew bû ku rê li ber trajediya penaberên ku di behra Egeyê da dixeniqin, bigirin.
Di çarçoveya rêkeftinê da hikûmeta Yewnanistanê girava Mîdîllî, Sakiz, Sîsam, Îleryoz û Istankoy vala kiribûn, seba penaberên ku ji 20ê adarê şûnda behra Egeyê derbas bûn û hatin vir, bal Tirkiyeyê bên vegerandin, dest bi lêkolînê kiribû.
- Formula 1î bi 1 çi ye?
Li gorî rêkeftina ku dê sibê dest pê bike, beramberî her Sûriyeyîkî ku dê ji giravên Yewnan bal Tirkiyeyê bên şandin, Sûriyeyîkî li Tirkiyê dê li welatên YEyê bê bicihkirin.
Li gorî rêkeftinê di nava kesên ku dê biçin Ewropayê da dê pêşaniyê bidin astengdar, kesên ku mihtacê lêmêzekirinê ne, jin û zarokên qîzîn ên ku di bin rîskê da ne.
Heftê du hezar penaberên ji Sûriyê dihewîne
Rêkeftina ku wekî "Formula guhastina 1î bi 1" tê zanîn vêga dê di xwe da 72 hezar sûriyeyiyan bihewîne.
Herwisa plana guhastinê dê hejmara penaberên li Tirkiyeyê zêde neke.