ANKARA
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê û namzedê AK Partiyê Melîh Gokçek li Navenda Kordînasyonê ya Hilbijartinê ya AK Partiyê bi Alîkarê Serokwezîr Emrullah Îşler, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Salih Kapusuz re civîna çapemeniyê lidarxist. Gokçek diyar kir ku namzedê CHPyê Mansur Yavaş "televizyon televizyon digeriya ku hilbijartinê qezenc bike", lê em jî li benda encaman man û wiha got: "Em li navenda xwe ya giştî hatin bal hev û me encaman bi dest xist."
Gokçek diyar kir ku piştî encamên teqez eşkere bûn dê her tişt bê fehmkirin û wiha got: "Hê 62 sindoqên nejimartî mane. Lê li gor hesabên me bêyî wan jî encam diyar e. Di vê noqteyê de her tişt eşkere bûye."
Gokçek di berdewamiyê de wiha got: "Birêz Serokwezîrê min, rêya te vekirî be. Gelê me li Enqereyê û li Tirkiyeyê ji sedî 45 nîşan da ku piştgiriyê dide te, rêya te vekirî be."