31 Adar 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Li Uzumcuya gundê Hekariyê piştî ku hewa hinek germ bû gundiyan dest bi xebata bax û bostanan kir.
Ji bo ku havînê sebzeyan bixwin û bifroşin, gundiyan toximê ewil avêtin baxçeyan.
Musa Kurtê ku li gund dijî ji nûçegihanê AAyê re got ku zivistan êdî qediya û wiha axivî: "Piştî ku hewa germ bû, em jî hatin nav baxçe û zeviyên xwe. Em zeviyên xwe paqij dikin û ji bo çandiniyê amade dikin. Jiyana me li gund baş derbas dibe. Em diwestin, lê bi xwîdana eniya xwe ve em sebzeyên xwe digîhînin û pê debara xwe dikin. Em dixwazin demsaleke bibereket be."
Sadik Çîftçî jî got ku wî pîvaz çandiye û wiha axivî: "Heke mîrov bixwaze Xwedê ji axê her cure bereketê diyarî mirovan dike. Em ji niha ve ketin tatêla ekînê xwe. Ji bo niha me pîvaz reşand. Di rojên pêş me de em ê toximên din jî biavêjin axê."