Haydar Şahin
24 Tebax 2019•Rojanekirin: 26 Tebax 2019
Hekariya hizûr û ewlehî lê hat pêkanîn bi herêmên destnedayî, parkurên tebiî û xweşikahiyên tebîetê yên veşartî mane va ji bo bibe navenda spora tebîetê dixebite.
Piraniya Hekariyê ji çil û çiyan pêk tê, lê 30 lûtke hene û li zozanên wê 4 demsal bi hev ra tên dîtin. Bajar bi van taybetiyên xwe bala tebîethezan dikişîne.
Di van demên dawîn da xweşikahiyên bajêr derdikevin holê, werzişvanên ji bajarên din tên jî hilpaskî zinaran dibin, bîskîleta çiyê diajon û li tebîetê dimeşin û bajar ji nû va keşf dikin.
Nûnertiya Bajêr a Federasyona Çiyageriyê ya Tirkiyeyê (TDF), Zanîngeha Hekariyê, Komeleya Sporên Çiya û Çiyageriya Qeşayê û Golan a Cîlo Satê (CÎSÎAD) ji bo bajar ji vê hêlê pêş bikeve perwerdeya çiyageriyê didin ciwanan. Kesên beşdarî qursê dibin bi perwerdeya hildidin va xwe amade dikin ku xweşikahiyên bajêr keşf bikin.
Zanîngeha Hekariyê jî di çarçoveya "Projeya Heke Bibînî Her Cî Kaw e" ya Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ya Rojhilatê Anadoluyê piştgiriyê dide va ji bo rotayên cihên ji sporên tebîetê ra baş in tesbît bikin dixebite.
Di çarçoveya xebatan da rotayên kêrî kano, çiyagerî, xweşiqitandin, paraşuta berpalê, bîskîleta rê û çiyê, meşa tebîetê tên hatin tesbîtkirin.
- "Gel dixwaze Hekariyê nas bike, bibîne"
Nacî Ertunçê Nûnerê Bajêr ê TDFyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo ciwanan dest bi perwerdeya sporên tebîetê kirin. Ertunç destnîşan kir ku perwerdeyê herî zêde li wan rotayên tesbîtkirî didin û wiha pê da çû:
"Hilpaskbûna zinaran ji bo perwerdeya çiyageriyê gelekî bi kêr tê. Dema hilpaskî lûtkeyan dibin zinar derdikevin pêşiya merivan. Ji ber vê dibê vê perwerdeyê bibînin. Eleqeyeke mezin nîşanî perwerdeyê didin. Salên berê zêde eleqe nîşanî sporên tebîetê nedidan lêbelê di van demên dawîn da eleqe zêde bû. Armanca me ew e ku herêma Hekariyê bi herêm, welêt û dervayê welêt bidin nasîn. Gel dixwaze çil û çiya û destên Hekariyê nas bike, bigere û bibîne."
Muharrem Parlakê Serokê Komeleya Sporên Tebîetê û Raftîngê ya Zapa Çuxurcayê jî got ku par bi piştgiriya qaymeqamtiyê taxima raftîngê ava kirin.
Parlak bi taxima ji ciwanên Hekariyê pêk tên va beşdarî misebeqeyên li Tirkiyeyê tên lidarxistin dibin û wiha axivî: "Ava Zapê zêde ye. Em dixebitin li vê derê raftîngê bikin. Em li benda welatiyên xwe ne ku werin vê derê. Tebîeta herêmê zehf xweş e. Meriv tên dibînin û bi kêfxweşî dema xwe derbas dikin."
Feyyaz Tekînê perwerdekarê hilpaskbûna çiyê jî got ji bo dema xwe li tebîetê derbas bikin tevlî xebatên wiha dibin.