09 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
ANKARA
20emîn helîkoptera T129 ATAK ku bi derfetên neteweyî hat çêkirin, bi merasîma ku Wezîrê Parastina Neteweyî Fîkrî Işik û Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Salih Zeki Çolak beşdar bûn va radestî Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) kirin.

Helîkoptera ATAKê di çarçoveya merasîma li Fermandariya Koma Agirkirin û Nirxandinê ya Wezareta Berevaniya Neteweyî ya li Konyayê da firî, li hedefên kifşkirî da û herwiha di firê da pîlotan şiyana lêdanê ya helîkopterê nîşan dan.

Wezîrê Berevaniya Neteweyî Işik di merasîmê da axivî û bal kişand ku helîkoptera ATAKê bi derfetên xumalî hat çêkirin. Işik destnîşan kir çekên ku endazyarên tirk çêkirin, bi helîkopterê va hatin montekirin û ji ber hindê ew pir kêfxweş e. Işik herwiha bal kişand ku çek pir bi bandor in û vê yekê di ceribandinan da xwe da nîşan.
Işik paşê li ser helîkoptereke ATAKê ya li qadê lêkolîn kir û ji rayedaran agahî wergirt.