ANKARA
4 partiyên siyasî yên ku di TBMMyê de komên wan hene, der barê bûyerên ku li Lijneya Giştî ya TBMMyê qewimîn de daxuyanî dan.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Cîgirserokê Koma Ak Partiyê Ahmet Aydin, Cîgirserokê Koma CHPyê Muharem Înce, Cîgirserokê Koma MHPyê Yusuf Halaçoglu û ji HDPyê jî Hasîp Kaplan ve hat belavkirin de wiha hat gotin:
"Wekî komên partiyên siyasî em gelekî li ber xwe ketin ku di xebatên girîngtirîn meqama nûneriya îradeya milî TBMMyê de gotin û tevgerên neçê yên ku li rûmet û rêzdariya gelê me nayên, pêk hatin."
Hinceta wê çi dibe bila bibe, ji aliyê kê ve tê kirin bila were kirin, şidet û tundrewî bi tu awayî nayê pejirandin.
Ji bo ku rê li pêşiya tevgerên bi vî rengî yên ku bi tu awayî li TBMMyê û gelê me nayên were girtin, em wekî komên partiyên siyasî hemfikr in ku di serî de di rêziknameyê de divê tevdîrên bandordar bên stendin.