Günay Nuh
03 Adar 2022•Rojanekirin: 04 Adar 2022
Li Erdexanê ji ber helîna berfê av li hin rêyên li navendê qelibî.
Bi germbûna hewayê berfa li çiyayên der û dorê bajêr dihele.
Li Taxa Ataturkê av li rêyên derdikevin ser Kolana Rêya Pîşesaziyê qelibî û şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Bexçeyên hin malên li taxê jî di bin avê da man.
Mixtarê taxê Îbrahîm Ozer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajêr germahiya hewayî gorî demsalê nîne û wiha dewam kir: "Îşev qeşa tunebû. Ji ber qeşa tuneye ji bişev va berf dihele. Hinek rê û bexçeyên malan di bin avê da man."
Ozer got ku wan ji şaredariyê alîkarî xwestiye.