Oktay Özden,Orhan Çiçek
03 Adar 2023•Rojanekirin: 17 Adar 2023
Di erdhejên Meraşê da rêhesinên li Golbaşiya navçeya Adiyemanê xwar bûn û rê jî ji ciyê xwe şemitî.

Li Bazarcix û Elbistana navçeyên Meraşê di 6ê Sibatê da bi mezinahiya 7,7 û 7,6an erdhej çêbûn û zirara wan gihîşt 11 bajarî.
Tevlî avahî, dikan, mal û goman di rê û rêhesinan da jî xesar çêbû.

Rêhesina li Golbaşiya navçeya Adiyemanê bi hêza erdhejê ji ciyê xwe şiqitî û hesinên wê jî xwar bûn.

Prof. Dr. Eren Uçkanê hîndekarê Beşa Endezyariya Înşaetê ya Zanîngeha Alanya Elaedîn Keykubatê ku li herêmê lêkolînan dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew li Adiyemana erdhejê lêxist bi armanca lêkolînê xebatên xwe didomînin.
Uçkan destnîşan kir ku ji ber hêza erdhejê rêhesina li navçeyê bi şeklê tîpa Syê xwar bûye.