Zeynep Rakipoğlu
28 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 01 Tebax 2023
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan roja eşûreyê ya alema Îslamê û gel pîroz kir û xwest ku meha miheremê ji bo hemû mirovahiyê bi xêr û bereket be.
Serokomar Erdogan bi minasebeta roja eşûre û meha miheremê ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam da û got: "Ez roja eşûre û meha miheremê ya alema Îslamê û gelê me pîroz dikim. Ez ji Xwedê hêvî dikim ku meha miheremê ji hemû mirovahiyê ra bi xêr û bereket be. Di salvegera şehîdbûnê da rehm li Hezretî Hiseyîn û şehîdên Kerbelayê be û ez bi kemalî edeb wan bi bîr tînim."