05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
ANKARA
Zubeyîr Îkbalê Pisporê Enstîtuya Rojhilata Navîn ya ku navenda wê Washington e, destnîşan kir ku ji xeynî rejima Sûriyeyê tu dewlet, sazî û meqameke fermî ji DAEŞê neftê nakire.
Îkbal der barê îdiayên Rûsyayê ku dibêje "Tirkiye ji DAEŞê neftê dikire" da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Îkbal diyar kir ku Rûsya îdiayên xwe piştrast nake û wiha got: "Ji xeynî rejima Sûriyeyê tu dewlet, sazî û meqameke fermî ji DAEŞê neftê nakire."
Marco Gîuliyê Pisporê Navneda Siyaseta Ewropayê ya li Brukselê destnîşan kir ku DAEŞ bi rêyên qaçax firotina neftê pereyên mezin qezenc dike.