ŞIRNAK
Li gundê Gulyaziya li ser navçeya Ûlûdereyê ji bo 34 kesên di bûyera Ûlûdereyê de mirin, merasima bîr anînê hat kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş, li vir beşdarî vekirina "Komelaya Roboskî, Edalet û Ji Bo Dinyayê Aştî" bû. Demirtaş, tevî kesên beranberê xwe di pêşengaha wêneyan ya ji aliyê zarokan ve hat amadekirin de geriya.
Qelebalix, li ser goristanê civiya. Li vir Qur'ana Pîroz xwendin û dia kirin. Endamê Lijneya Partiya BDPê û xizmê kesên di bûyera Ûlûdereyê de mir Ferhat Encu peyama Ocalan xwend û heta meydana gund meşiya.
Demirtaş li meydana gund axivî û got: "Ciwan, kal, hêz, şeref, rûmet û şehidên gelê kurd hene. Kêmasiyek gelê kurd heye ew jî 'Kurdistan' e."
Demirtaş, îdia kir ku kesên gel mihtacê bazirganiya nav sînoran kir di heman demê de ew kuşt û wiha axivî: "Pişt re dê li me heqaretê bikin. Dê bibêjin me tezmîneta we da, hûn êdî çi dixwazin? Dê hemû di firnikê wan de bê der ve."
Demirtaş, îdia kir ku bûyera 2 sal berê li Ûlûdereyê qewimî bi fermana Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan hat kirin.
Demirtaş got ku bûyera Ûlûdereyê sansur dikin û dixwazin bidin ji bîr kirin, lê ev bûyer bûyereke takekesî nîne, bûyereke dîrokî û însanî ye. Tu car nayê ji bîr kirin.
Di vê navberê de, Mîran Encu (46)yê di bûyerê de biraziyê wî mir qeyrana dil derbas kir. Encu, birin Nexweşxaneya Dewletê ya Ûlûdereyê û li vir girtin bin tedawiyê. Encu li vir çû ber rehma Xwedê.