01 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
BAKU
Li Azerbaycanê ji bo hilbijartina parlementeran raydayînê dest pê kir.
Azerbaycana ku piştî belavbûna Sovyetan xweserîbûna xwe bi dest xist cara 5emîn e ku ji bo endamên meclisê hilbijêrîn çûn li ser sandoqan.
Rayavêtinê di saet 08.00an de dest pê kir.
Li Azerbaycanê 5 milyon û 200 hezar hilbijêr hene. Ji bo 125 sandelyeyan 767 namzet ketine pêşbaziyê.
Hilbijêr di 5 hezar û 547 sandoqên ku li Baku û bajarên din hatine danîn de rayên xwe diavêjin.
40 saziyên navneteweyî, 500 çavdêrên biyanî yên ku ji 27 welatên cuda hatine hilbijartinê dişopînin.
Hilbijartinê di saet 19.00an de biqede û encamên hilbijartinê jî wê îşev bê eşkerekirin.
- Aliyev jî raya xwe da
Serokomar Îlham Alîyev jî serê sibê bi jina xwe Mîhrîban Alîyevayê ve çû rayavêtinê.
Alîyev li Bakuyê di dibistana ku hejmara 6emîn de raya xwe da.
Di hilbijartina sala 2010an de Partiya Azerbaycana Nû ya ku serokatiya wê Aliyev dike ji 125 sandelyeyan 72 parlementer derxistibû û bi ser ketibû.