Kordînatorê Giştî yê Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyrenê ya Dîcleyê (DEDAŞ) Necat Tur li Diyarbekirê li otelekî daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku şebekeya ceyranê ya Herêma Başûrê Rojhilat kevn bûye û wiha got: "Xebatkarên me derdikevin stûnên ceyranê lê stûn rizyane û li ser wan de dikevin."
Tur qal kir ku ji bo li herêmê xizmeta herî baş bikin projeyên nû amade kirine. Rojnamevanekî jê pirsî ku "birîna ceyranê kîngê dê biqede?" Tur wiha bersivand:
"Ev pirsgirêkeke mezin e û carekê ji holê ranabe. Şebekeyên gundan pir kevn bûne. Ji sala 1980yî mane. Xebatkarên me derdikevin stûnên ceyranê lê stûn rizyane û li ser wan de dikevin. Dibe ku 4-5 salên pêşiya me de pirsgirêka ceyrana herêmê biqede."
Midûrê Giştî yê Şirketa Anonîm a Belavkirina Ceyrenê ya Dîcleyê (DEDAŞ) Murat Karaguzel diyar kir ku ceyrana aboneyên herêmê ewên ku deynê xwe yê ceyranê nadin tê birîn û wiha axivî:
"Li herêmê 127 hezar aboneyên me ceyranê dixebitînin û deynê xwe nadin. Malek qasê 35 û 40 lîreyî ceyranê dişixulîne. Li Diyarbekirê ji ewên ku deynê wan 40 lîreyî zêdetir in tenê 100 hezar hebên wan deynê xwe didin. Em ji ber deyn û şixulandina qaçax ceyranê dibirin. Piştî kontrolan di mehekê de 3 hezar û 500 qaçax hat tesbîkirin. "