14 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2015
ŞIRNAK
Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su daxuyand ku li navçeyên Cizîr û Silopiyê ji saet 23.00an pê ve derketine derva hat qedexekirin.
Walî Su, Midûrê Ewlehiyê Bajêr Celal Sel, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Albay Samî Ozturan li walîtiyê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar dan. Rayedaran daxuyandin ku li navçeyên Cizîr û Silopiyê ji bo ku endamên rêxistina terorê bên girtin, mayin û teqemeniyên di dafikan de bên îmhakirin, can û malê welatiyan û pergala kamuyê bê parastin, ji saet 23.00an pê ve derketine derva hat qedexekirin.
Su wiha axivî: "Rêxistina terorê bi çalakiyên ku dike ve nahêle ku welatî jiyana xwe ya rojane bidomînin, di hêla tenduristiyê û xizmetên kamuyê de astengiyê derdixe. Zirara maddî û manewî ji hêla raya giştî ve tê dîtin. Ji bo ku rewşa aramiyê pêk bê û pergala kamuyê normal bibe çi alîkarî hewce bike, wê ji welatiyan re bê kirin."