22 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2015
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku di operasyonên li Cizîra navçeya Şirnexê da 12 endamên rêxistina cihêxwaz hatin kuştin.
Di malpera Sererkaniyê da der barê bûyerên li welêt da agahî hatin dayîn.
Li gor vê, di operasyonên ku li Cizîra navçeya Şirnexê dewam dikin da 12 endamên rêxistina terorê hatin kuştin. Hejmara endamên rêxistinê yên ku heta nika hatin kuştin jî gihîşte 103yan. Wek mayîn di operasyonan da 6 teqemeniyên ku bi desta hatine çêkirin hatin îmhekirin, 4 tiving, gelek fîşeng, kêreke tivinga û dokumanên rêxistinê hatin girtin.
Di operasyona ku li Silopiyê dewam dike da jî terorîstan bi rokêtavêj û tivingan êrîşî 250-300 welatiyên ku hewl didan herêmê terk bikin kirin. Hêzên ewlekariyê yên li herêmê ewlehiya welatiyan pêk anîn û welatî birin salona sporê ya sergirtî li wê derê bicî kirin.
Li Taxa Taşkoyê bombeya ku terorîstan di xeta pêtrolê ya Botaşê da bicî kiribûn hat îmhekirin.
Li tanga Kepeztepeya li Taxa Evrenpaşayê ya li ser rêya Ceylanpinar-Wêranşehrê 7 loqimên dînamitê yên ku avêtibûn rexê rê hatin îmhekirin.
Li Havuzbaxçeya Kilîsê kesekê tê gotin ku endamê DAEŞa rêxistina terorê ye dema ku hewl dida ji sînor derbasî Tirkiyeyê bibe hat girtin.
Li Dêrika navçeya Mêrdînê hêzên ewlekariyê dema ku li dewriyeya kontrolê digeriyan 2 kesên ku ji rêxistina terorê ra endam didîtin hatin derdestkirin.