13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ÇORUM
Li Çorumê di encama wergerîna minîbusekê ber bi şerempolê va 16 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, minîbusa ku pîleqeya wê 06 BN 9844ê û Alî Varli diajot, li ser rêya Sungurlu û Çorumê ji kontrolê derket û wergeriya şarampolê.
Di qezayê de digel ajovanî, Selîm (1), Gulbahar (9), Mustafa (7), Semra (22) û Asiye Varli (28), Sevda (18), Temel (14), Ayşe (36), Nazli (12), Yasin (13), Polat (9), Semra (20), Naciye (40), Yasemin (16) û Kerim Karaca (11) birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sungurluyê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeya Zanîngeha Hîtitê ya Çorûmê.