Elif Orhan
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Li Acipayama navçeya Denizliyê otobêsa ku tê da xwendekar hebûn wergeriya, di qezayê da 34 kes birîndar bûn.
Otobêsa fîrmayeke turîzmê ya taybet a bi plakaya 07 GCR 07 a ku Bahrî Zafer Gosen diajot û ji Serîka navçeya Antalyayê ber bi Denizliyê va diçû li navçeya Acibayamê wergeriya şerampolê.
Li ser îxbarê ekîbên îtfaiye û Serwêsa Acîl a 112an sewqî cihê bûyerê kirin.
22 xwendekar, 4 mamoste, 5 dê û bav, rêberekî turîzmê û 2 ajokarên di otobêsa da birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li Acipayam û Denizliyê.
Hat diyarkirin ku xwendekar ji bo geştê derketine rê û dê Pamukkale, Îzmir û Çanakkaletê ziyaret bikirana.