21 Nîsan 2016•Rojanekirin: 22 Nîsan 2016
ADANA
Hevkariya Anonîm a Neftên Tirkiyeyê (TPAO) daxuyand ku li Sariçama navçeya Edeneyê li taxa Încîrlîkê xaza sirûştî hat dîtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li nêzîkî Paşaogluyê lêkolîn hat kirin û di lêkolînê de xaza sirûştî hat dîtin. Hat gotin ku xaza hatiye dîtin ji bo ku rezerva wê û qalîteya wê bê fêmkirin hat şewitandin.
Rayedaran got ku wê lêkolîneke dirêj û bihûrgilî bê kirin.
Ji hêla din welatiyekî bi navê Hasan Aslan yê ku li herêmê dijî got ku ev qasî 10 rojan e ku rayedar xazê dişewitînin.