Yaşar Tonbak
10 Nîsan 2025•Rojanekirin: 11 Nîsan 2025
Qaymeqamê Beypazariyê Vedat Yilmaz ragihand ku li Beypazariya navçeya Enqereyê, hejmara karkerên ku ji ber tepbûna kana madenê birîndar bûn derket 14an û rewşa 2 karkeran jî giran e.
Li Taxa Hirkatepeyê ya navçeyê di kana komirê da ber destê sibehê, beşa makîneyên hilberînê tê da ne, tep bû.
Di vê maweyê da ji karkerên li nêzîkî makîneyan kar dikirin 14 jê bi tesîra guvaşê birîndar bûn.
Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Beypazariyê hatin veguhestin. Ji karkerên birîndar 2 kes bo nexweşxaneya li navenda parêzgeha Enqereyê hatin veguhestin.