Kemal Özdemir
19 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2022
- Li Erzincanê mij çêbû û li navenda bajêr û di rêya hawirdorê da mesafeya dîtinê kêm bû.
Li bajêr ji ber mija ku serê sibehê çêbû, şofêran tengasî kişand.
Ji arterên sereke yên bajêr ser kolanên Ordu, Halîtpaşa, Fevzîpaşa û 13ê Sibatê mesafeya dîtinê cî bi cî heta 10 mêtreyan kêm bû.
Di rêya ku diçe Sêwas û Erziromê da jî polêsan ji ber mijê tevdîr hilda û şofêr hişyar kirin ku hêdî herin.
Şofêran farên wesayîtên xwe pê xistin û lez kêm kirin.