HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê wesayita polêsan ya bizirx li barîqatên ser rê qelibî û gindirî û 2 polêsên di erebeyê sax û silamet xilas bûn. Çalakvanan wesayît pelixand.
Li gor agahiyên hatin bidesxistin, li Geverê komekê bi hinceta erîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) çalakî li dar xist. Çalakvanan bi kevir, molotof û fîşengên hewayê ve êrîşî hêzên ewlekariyê kir, li ser vê polêsan jî bi bombeyên xazê û bi ava tazyîk midaxileyî çalakvanan kir. Çalakvan belav bûn û lê piştî demeke din dîsa kom bûn û rêya Şemzînanê ji çûyîn û hatinê re girtin.
Dema ku polêsan midaxeleyî çalakvanan dikir wesayita polêsan ya bizirx li barîqatên ser rê qelibî û gindirî. 2 polêsan di erebeyê ji qezayê sax û silamet xilas bûn. Lê çalakvanan bi molotof û keviran wesayîta polêsan pelixand. Wesayîta ku bi destê çalakvanan hat pelixandin, bi wesayîtên bizirx yên din girêdan û ji cihê qezayê rakirin.