Fatih Gazioğlu
06 Îlon 2017•Rojanekirin: 10 Îlon 2017
HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê "kafeya pirtûkan" a ku ji aliyê Wezareta Spor û Ciwaniyê hatibû avakirin bi merasimekê hat vekirin.
Kafeya pirtûkan bi beşdarbûna Qaymeqam û midûrên saziyên navçeyê li Parka Avaşînê hat vekirin. Kafeya pirtûkan wê her roj vekirî bimîne û kesên ku pirtûkan dixwînin dikarin bêpere çay û qehweyê jî li vê derê vexwin.

Der barê kafeyê Qaymeqam Kaşikçi daxuyaniyek da ev her dem xizmetê bidin ciwanên Geverî û wiha axivî:
"Em dixwazin ciwanên me bixwînin. Xwendekarên me yên dixwazin dikarin vê derê ji bo ezmûnên zanîngeh û TEOGê jî bixebitin. Ev kafe roja yekşemê jî tê de her roj wê vekîrî bimîne û 7 roj 24 saet wê xizmetê bide. Armanca me ew e ku zarokên me bixwînin. Ez ji wan jî taybet yên ku bona ezmûna zanîngehê dixebitin bila baş bixebitin û gelek pirtûkan bixwînin. Ji bo vê xizmetê ez ji rayedarên me yên wezaretê re jî gelek spas dikim."