Halis Kalkan,Ali Kemal Zerenli
26 Adar 2024•Rojanekirin: 27 Adar 2024
Li Dortyola navçeya Hatayê TIRek ji reya xwe derbasî rêya hember bû û li wesayîtekê qelibî, di qezayê da 6 kesên ji heman malbatê mirin û kesek jî birîndar bû.
Li ser Rêbeja Dortyol-Payasê TIRa ku plaqeya wê 31 AGU 531 û şofêrê wê Şukru K. derbasî rêya hember bû û li wesayîta ku plaqeya wê 31 AJP 037 û şofêrê wê Mehmet Sonmez bû, qelibî.
Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristiyê, polês û agirkujiyê çûn cihê qezayê.
Şofêrê wesayîtê Sonmez û jê yek zarok, 5 kesên di wesayîtê da mirin û kesek jî birîndar bû.
Birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyolê.
Şofêrê TIRê Şukru K. hat binçavkirin.