24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
HAKKARÎ
Li Şemdinliyê terorîstan bi rokêtavêj û tivingan êrîşî Fermandariya Tabura Hidûd a 2yan ya Tekeliyê kirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, endamên PKKya rêxistina terorê di saet 08.00an da bi tiving û rokêtavêjan êrîşî Fermandariya Tabura Hidûd a 2yan ya Tekeliyê ya ku li sînorê Iraq û Îranê ye kirin.
Di dema êrîşê da hêzên ewlekariyê demildest bersîv dan terorîstan, hat ragihandin ku di êrîşê da tu kes nemir û birîndar nebû.
Hêzên ewlekariyê operasyon birin ser herêma ku terorîs lê ne.